Polîtîk

Serok Barzanî û serokê parlementoya Iraqê civiya

Serok Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê û ji aliyê serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û hejmareke wezîrê hikûmeta Iraqê ve hat pêşwazîkirin.

Serok Barzanî îro 22.11.2018 çû Bexdayê û dê li wir ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdê û gelek berpirsên din ên Iraqê bicive.

Serok Barzanî jibilê Ebdulmehdî dê ligel Serok Paralamentoya Iraqê Mihemed Helbusî û Serokê Rewta Sedir Muqteda Sedir û Serokê Encûmena Bilind a Îslamî Emar Hekîm û Serokê Partiya Dehwa Nûrî Malikî bicive.

Seroka Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Dr. Viyan Sebrî derbarê wê serdanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Armanc ji vê serdanê ji bo piştevaniyê ye li hikûmeta nû ya Iraqê û ji bo ku tekezî bê kirin li ser bingehên şirîkatî û karê hevbeş û pêkvebûm û derbaskirina kirîz û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Dr. Viyan Sebrî wiha got: “Civînên Serok Barzanê ligel serkirdeyên Iraqê girîng in ji bo qonaxa bê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi awayekî ku dê aramiya siyasî pêk bîne, da ku bi riya aramiya siyasî destûrê Iraqê bê cîbicîkirin û pirsgirêk çareser bibin.”

Parlamenterê berê yê Iraqê Sîrwan Kakeyî jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Helwesta Barzanî mayinde ye û nayê guhertin, lewma jî çavê hemû cîhanê û Iraqê jî li ser pêngavên Serok Barzanî ye.”

Kakeyî wiha got: “Pêngavên Iraqê li piştî referandûmê û dagîrkirina Kerkûkê û dijayetiya PDKê biser neketin. Rola Barzanî di wan pirsan de derket, ku Barzanî kar kir li ser nemana wan astengiyan û niha ji bo nemana şûna wan karên ku li dijî Kurdistanê hatin kirin, Barzanî çûye Bexdayê.”

Wî parlamenterê berê yê Iraqê wiha domand: “Barzanî li Bexdayê daxwaza şirîkatiya bi rastî dike û pirsa bûdceyê Iraqê û Kerkûk û mafê Pêşmerge gotûbêj dike, ku bi eşker ji serkirdeyên Iraqê re dibêje, divê ew pirs bên çareserkirin. Barzanî ji dema referandûmê de dibêje em daxwaza gotûbêjan dikin û niha ew gotûbêk dê bên kirin.”

 

Back to top button