Serok Barzanî û Joseph Biden li Îtalyayê rewşa Îraqê nirxand
Serok Barzanî û cîgirê serokê Amerîkayê bi rêya peywendiya telefonî pêşhat û guhertinên rojeva siyasiya Îraqê û ew hevpeymanî û guherînên nû ku di helwestê lîste û qewareyên siyasiyên îraqî de li dor pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê çêbûyne, gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste hikûmeteke hevbeşa niştimanî ku nûnerên hemû pêkhatên Îraqê tê de beşdar bin, bê pêkanîn.
Li dor helwestê herêma Kurdistanê li hemeb pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, serok Barzanî helwestê herêma Kurdistanê dupat kir ku pêkanîna hikûmete hevbeşa rateqîne, beşdarîkirina hemû pêkhatên îraqî û li ber çavangirtina maf û daxazên gelê Kurdistanê ye.
Serokê herêma Kurdistanê behsa pêngavên herêma Kurdistanê di pirosesa pêkanîna hikûmetê de kir û ji cîgirê serokê Amerîkayê ra zelel kir ku şandeya danûstandinker ya hevpeymana kutleyên kurdistanî li ser danîstandin û şirovekirina rewşa siyasî û ew guherînên çêbûyîn berdewame û ”Em dê di demeke minasib de helwestê xwe îlan bikin.”
Cîgirê serokê Amerîkayê sipasiya hewil û karîgeriya serok Barzanî di serxistina pirosesa siyasî û derbaskirina Îraqê ji wê aloziya ketiye tê de, kir.