Serok Barzanî sersaxiyê li Mîrza Mîrza Pêşmergeyê Eylûl û Gulanê kir
Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mihemed Mîrza Mîrza
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê şoreşa Eylûl û Gulanê (Mihemed Mîrza Mîrza) gihîşt me.
Xwedê jêrazî Mihemed Mîrza Mîrza Pêşmergeyeke bi wefayê rêbazê Kurdayetiyê bû û heta dawiya jiyana xwe bi navê mîlletê xwe da xwedî helwesteke bilind û dilsozane bû. Ji bo wê yekê ji destdana wî Pêşmergeyî ziyaneke mezine.
Serxweşiyê li malbata têkoşerê xwedê jêrazî Mihemed Mîrza Mîrza û tevahiya dost û hevalên wî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
24 Eylûla 2020