Civak

Serok Barzanî sersaxiyê li malbata Îbrahîm Nayif Paşa kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdar Îbrahîm Nayif Paşa

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Îbrahîm Nayif Paşa Serok Hozê Koçerên Mîran gihîşt me.

Sersaxiyê li tevahiya malbat û xizim û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

‌Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Îbrahîm bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
18.05.2020

Back to top button