Polîtîk

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Patriyakê Dêra Rojhilata Aşûrî kir

Roja dûşem 28.09.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta bi xêrhatin û pîrozbahiya veguhestina kursiya Dêra(Kilîseya) Rojhilata Aşûrî li Cîhanê û danîna qedasetê Patriyark Margorgîsê sêyem (Silêwa) bi Patriyarkê Dêra Rojhilata Aşûrî serdana Qedasetê Patriyark Margorgîsê Sêyem (Silêwa) li Dêra (Maryuxana Mi’mdan) ya li bajaroka (Enkawa) ya bajarê Hewlêrê kir û li gel Patriyark û Encûmena Pîroz û Metranên Dêra Rojhilata Aşûrî civiya.Li vê kombûnê da Serok Barzanî bi helkefta danîna wekî Serokê Dêra Rojhilata Aşûrî pîrozbahiyê li qedasetê Patriyark Margorgîsê Sêyem (Silêwa) kir û her wiha veguhestina kursiya Patriyarkê Dêra Rojhilata Aşûrî li (Shikago) ya Amerîka bo Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, biryara veguhestina kursiya Patriyarkê Dêra Rojhilata Aşûrî bo Herêma Kurdistanê bi biryarekî girîng û dîrokî wesif kir ku bandoreke erênî li ser pêkvejiyana pêkhatên li navçeyê da dibe.Serok Barzanî balkişand li ser dîroka kevnar ya pêkvejiyana li Kurdistanê û hêvî xwest ku biryara veguhestina kursiya Patriyarkê Dêra Rojhilata Aşûrî bo Kurdistanê bibê sedema kûrtirbûna çanda pêkvejiyanê û pêşketina ruhê birayetî û tebayî ya li navbera pêkhatên olî yên Kurdistan û Iraq û navçeyê. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku li Kurdistanê bi tu awayekî rê bi çanda cûdakarî û olî nayê dayîn û li nebûna cûdakariyan da dikare civakeke tendirust bê avakirin.Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî behsa wan êş û karesatan kir ku li ser destê rejîmên berê yê Iraqê tûşî pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê bûye û her wiha balkişand li ser dirindeyiya rêxistina terorîstî ya Da’îş ya li dijî pêkhatan û hemwelatiyan ku li dîrokê de wêneyeke wiha nebûye. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku Kurdistan xuşk û birayên Mesîhiyan û hemû pêkhatên olî û neteweyiyan diparêze û hemû aliyek li Kurdistanê bi serbilindî li mirin û jiyanê da pêkve dibin û pêwîste jî em hemû li ser wê rêyê biçin ku xizmeta nîştîman bikîn û li ser mirovayetiyê jî da vekirî bîn. Serok Barzanî eve jî xisterû ku cara dawî xêr û birayetî û pêkvejiyan li ser şer û înkarê da serdikeve.Li beranber da Qedasetê Patriyark Margorgîsê Sêyem (Silêwa) û Endamên (Encûmena Pîroz) spasiya Serok Barzanî kirin û pêzanînên xwe ji bo hewlên Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetîdana Mesîhiyan û pêkhatên olî û newteweyên din hebû. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê mînakeke ber bi çavê hevbeşî û pêkvejiyane li Rojhilata Navîn û pêwîste wekî ezmûnekî serkeftî bê temaşekirin û sûd jê bê wergirtin. Eve jî ragihand ku li Kurdistanê hemû ol li gel hev wekî bira dijîn û eve jî wêneyekî mirovdostaneya vî welatiye.Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Qedasetê Patriyark Margorgîsê Sêyem (Silêwa) û Endamên (Encûmena Pîroz) behsa qehremanî û cangoriya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li parastina pêkhatan û hemwelatiyan li şerê dijî terorîstên Da’îş kirin û serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku canê xwe gorî kirine û şehîd bûne û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest.

Back to top button