Roja sêşem 10.11.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Nehro Mihemed Kesnezanî Serokê Terîqeta Qadirî li Kurdistan û cîhanê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa giştî ya Kurdistan û Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez li ser çirkirina hewla hemû aliyek kirin ku ji bo bihêzkirina giyana tebayî û birayetiya di navbera çîn û tiwêjên civakê û parêzgarîkirina li bihayên bilindên dîndarî û xwedênasî û pêkvejiyanê kirin.