Polîtîk
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Wezîrên Iraqa Federal kir
Li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Şiya Sudanî Serokê Encûmena Wezîrên Iraqa Federal kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û guhertinên dawî û pêşhatên li ser asta herêmî û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez jî li ser hemahengiya di navbera aliyên Iraqî ya ji bo derbasbûna qeyran û alozî û çareseriya kêşeyan kirin.
Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.