Polîtîk
Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştiyê Hevpeymaniya Niştimanî Teqedum kir
Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Şêx Cemal Elzarî Sekreterê Giştiyê Hevpeymaniya Niştimanî Teqedum kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî ya di nava proseya siyasî guftûgo kirin û tekez li ser berdewamiya hemahengî û hevdû nêzîkbûn û danustandina bîr û ramanên di navbera aliyan û pêkhatên siyasiyên Iraqê bi mebesta çareserkirina kêşeyan kirin.