
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş a Parlamentoya Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê (YE) kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Barzanî de hat ragihandin ku, Serok Barzanî li Selahedîn pêşwaziya şandeke hevbeş a Parlamentoya Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şanda mêvan pêşwaziya pêşketin, aştî û aramiya li Herêma Kurdistanê di 30 salên borî de kiriye û kêfxweşiya xwe jî ji bo bihevre jiyana pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê nîşan daye. Şanda mêhvan her wiha peyamên dostanî û hevxemiyê û piştevaniya doza rewa ya gelê Kurdistanê gihandin Serok Barzanî.
Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û di derbarê dîroka êş û karesatên gelê Kurdistanê de agahî da.
Serok Barzanî balkişand li ser çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û diyar kir ku bihevre jiyan ji dilê civaka Kurdistanê tê û gelê Kurdistanê xwediyê çandeke kûr û kevnar e.
Serok Barzanî spasiya welatên rojava û Amerîka kir ku di demên qeyranan de palpiştiya gelê Kurdistanê kirine û daxwaz ji welatên Ewropayê jî kir ku di warên çaksazî, avadankirin, çandinî, perwerde, teknolojî û zanistî de, piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî herwiha çend pirsiyar li ser rewşa siyasî ya deverê, doza Kurd li Rojhilata Navîn, dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê û paşaroja gelên navçeyê kirin.