Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusên Holenda û Almanyayê kir

Li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Holanda Jako Berinds û Konsulê Giştî yê Almanyayê Klaus Streicher li bajarê Hewlêrê kir.

Di civînê de behsa hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê û helwest û têbîniyên Partiya Demokrata Kurdistanê ya derbarê hilbijartinan de hat kirin. Her wiha tekez li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kirin û her du konsulên Holenda û Almanya piştevaniya welatên xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên dadperwerane nîşan dan ku rûyê demokrasiya Herêma Kurdistanê nîşan dide, bi alîkariya aliyên peywendîdar ên navçeyê ji bo derbaskirina krîzên siyasî.

Serok Barzanî rola Holanda û Almanyayê di piştevanîkirina doza gelê Kurd de bilind nirxand. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê jî ku Partiya Demokrata Kurdistanê damezrênerê rewatiya û hilbijartinên Kurdistanê ye û di heyama 2 salên borî de PDK hemû hewlên xwe ji bo lidarxistina helbijartinan di dema xwe de kiriye, lê belê rê li ber helbijartinan hat girtin . ji bo ku ji bo hilbijartinên adil pirsgirêkan çêbikin dadgeha federalî biryarê ne qanûnî girtin. Dûrxistina pêkhateyên etnîkî û olî ji hilbijartinan, dûrxistina zêdetirî 400 hezar dengderan ji dengdanê û sepandina rê û rêbazên nerewa di hilbijartinan de, dihêle ku hilbijartin dengê rast ê gelê Kurd dernekeve.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Partiya Demokrata Kurdistanê piştevaniya lidarxistina helbijartinên azad û adilane û bê destwerdan û pilansaziya destpêkê dike. Her wiha pêwîst dît ku hemû kêmasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û yasayî yên dosyaya hilbijartinan bên çareserkirin da ku ew prose nûneratiya îrade û dengê rasteqîne yê gelê Kurd bike, bi awayekî ku xizmeta demokrasî û rewabûna saziyên herêmê bike.

Back to top button