Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Navxwe ya Hikûmeta Federalî ya Iraqê Osman Xanimî kir.
Di civînê de rewşa ewlehî û pêşhatên dawî yên Iraqê û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal di rûbirûbûna gefên emnî û terorê hate guftûgokirin û her wiha tekezî li ser bicîhkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kirin.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke din a vê hevdîtinê bû.