CivakRojev

Serok Barzanî li gel çînên cuda yên civakê dicive..

Serok Barzanî eve demeke li devera Behdinan li gel xelkê deverê, herweha li gel çînên cuda yên civakê û xelkeke PDKê civîna dike. Barzanî hewl dide ku rû bi rû li gel xelkê biaxêve û behsa rewşa Kurdistanê ya siyasî bike û ji hemiyê girîngtir guh dide pêşniyar, têbinî , gazind û rexneyên cur bi cur yên ku di nava xelkê de heyîn. Ev yek dibe gavek gelek girîng ku ji bo serok Barzanî û civaka Kurd jî. Berhemên van civîna dê bêne xûyakirin.

Serok Barzanî, li bajarê Dihokê Serok Mesûd Barzanî bi mebesta hevdîtin û agahdarbûna ji rewşa jiyana wan û pêşniyar û têbîniyên wan li gel malbatên şehîdan û têkoşeran û hilgirên madalya Barzanî û birîndar û pekkeftiyên sengeran û zîndaniyên siyasî yê tixûbê devera Behdînanê civiya.

Li civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û têda tîşk xiste li ser rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal.

Serok Barzanî balkişand li ser wan astengî û gef û metirsiyan kir ku li ber xelkê Kurdistanê da hene û tekez li ser girîngiya pêdagirîbûna bi hişyariya neteweyî û agahdarkirina gencan û vegerana li ser prensîpan û niştimanperweriyê kir.

Serok Barzanî rûmet û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û keda malbatên şehîdan û pêşmerge û têkoşeran hebû û ragihand we bi navê kerameta gelê xwe xwînê daye û westiyane û we zehmetiyê kişandiye û her çi ji bo we bê kirin her kême. Ez hatime gûh li gileyî û gazinde û êş û azarên we bigrim û daxwazê ji we dikim ewê li dilê we da heye bi eşkere ji bo min behs bikin.

Her li vê civînê de guftûgoyekî eşkere û berfireh hate encam dan û amadebuyan pirsiyar û daxwazî û têbîniyên xwe ji bo Serok Barzanî xistin rû.

Serok, 21ê Tebaxa 2023 li bajarê Dihokê Serok Barzanî li gel zanayên olî û kesayetî û rihspî û kasibkarên Dihokê civiya.

Li civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ji bilî wê yekê ku axaftina xwe de tîşk xiste li ser rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û ragihand ku herdem kar ji bo ewe kiriye û xwazyare ku yekbûn û yekrêzî li nav aliyên siyasiyan da hebê ji ber ku serkeftin li yekbûnê daye. Lê belê merca serekiya yekbûnê, bawerbûna hemû aliyeke bi serfiraziya gelê Kurdistanê û doza wê ya rewa.

Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser dîroka hewldana ji bo ji navbirin û îhmalkirina gelê Kurdistanê ji aliyê dewleta Iraqê li sedsala derbasbûyî, behsa ewe kir ku piştî 2003 derfetekî baş hate holê bo ku li ser bingeha şeraket û tewazun û tewafuq û pêdagiriya bi destûrê kêşe bêne çareser kirin, lê belê cihê daxê ye ku heta niha jî rêz li destûr û rêkeftinan nayê girtin û li rêya destkarîkirina yasayan hinek hewl li holê dane ji bo lawazkirin yan nehiştina Herêma Kurdistanê. Her wiha ragihand êdî ew roj nema kesek bikarê kar ji bo nehiştina kiyana Herêma Kurdistanê bike ku berhema xebata gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî ewe jî ji bo amadebûyan şîrovekir ku pêwîste gelê Kurdistanê pişt bi xwe û şiyanên xwe bibestê û ji bo wê mebestê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bername daniye ku çavkaniyên dahatên li Herêma Kurdistanê berfirehtir bike û derfetên kar ji bo ciwanan birexsênê.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa wan hewlên dijminkariyan kir ku bi niyaza belavkirina bêhêvî û nehiştina hesta niştimanperwerî û her wiha metirsiya belavkirina maddeyên hişberin li nav xelkê da.

Di derbarê vê babetê de Serok Barzanî daxwazê ji zanayên olî û mamostayan kir ku kar ji bo belavkirina hişyariya neteweyî û niştimanî û kûrtirkirina bingehên pêkvejiyana siyasî û olî û civakî û dîndariya rasteqîne û rûbirûbûna hizra tundiyê bikin.

Li beşa dawiya civînê da dergeha guftûgoyê hate vekirin û Serok Barzanî bersîva pirsiyar û pêşniyarên amadebûyên civînê da.

Herweha li qezaya Sêmêlê Serok Barzanî li gel rêxistinên cemawerî û pîşeyiyan û çalakvan û medyakar û werzîşvanan û rêxistinên civaka medenî ya tixûbê devera Behdînanê civiya.

Li vê civînê da Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebuyan kir û ronahî xiste li ser rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û babeta hilbijartinê û wê yekê dûpatkir ku hemû hewlek didîn ji bo wê yekê ku ew giriftên siyasî çareser bibin û bi pêwîst jî zanî ku bo ku yekbûn û yekrêzî bête holê, aliyên siyasî astengî ji bo armancên stratejî û doza rewaya mîlletê me dirust nekin. Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser girîngiya hilbijartinê, bawerî û dengê gel bi pêverê serekiyê ji bo hukimdariyê da zanîn.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî bi kurtî dîroka peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal ya li bîst salên derbasbûyî behs kir. Her wiha hêmaya bi pêdagirînebûna bi destûr û rêznegirtina li rêkeftinan û hewlên ji bo dirustkirina astengiyên ji bo Herêma Kurdistanê da û ewe jî xisterû ku ew hewl dibine cihê kûrtirbûna kêşeyan û hîç encamek jî nabê. Her di derbarê vê babetê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ew roj nema ku kesek yan aliyek hizra ewe bike kiyana Herêma Kurdistanê nehêlê ku bi xwîn û rondikên mîlletê me hatiye damezrandin.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa hewl û projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku hikûmet kar û bernameyên bingehînê baş encam daye ji bo nehiştina sedemên koç û bêkariyê û her wiha peydakirina çavkaniyên dinê dahatê û jiyan ji bo welatiyan û girîngiyeke zêde bi kerta çandin û geştuguzar û avadankirina wan cihan daye ku bi sedema emnî destê avadankirinê negihiştiyê û daxwaz jî kir hemû aliyek hevkarê hikûmet û palpiştê wê bin ji ber ku hikûmet yê we ye û mulkê gele.

Li dawiya gotara xwe de Serok Barzanî dergeha guftûgoyê vekir û amadebûyên civînê daxwaz û pirsiyar û pêşniyarên xwe xistin rû û Serok Barzanî jî bersîv û berçavrûniyên pêwîst da.


Back to top button