Serok Barzanî ji şanda EKS re: Yekitiya xwe biparêzin
Îro sêşem 23/10/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel şandekî Encumena Bilinda Kurdên Suriye civiya.
Li civînê de, şanda Encumena Bilinda Kurdên Suriye ji ber ronahiya wan rûdawên ku li vî welatî da rû didin, gelek bi hurî behsa pêvajoya îro ya Suriye bi giştî û rewşa Kurdên wî welatî bi taybetî kirin.
Serok Barzanî bi navê gihîştina maf û daxwazên rewa piştevaniya xwe ji bo gelê Kurd li Suriye dûpatkir û ji bo vê mebestê jî tekez li wê yekê kir ku pêwîste hêz û aliyê Kurdiyên Suriye parêzgeriyê li yekîtî û yekrêziya xwe bikin û rê li her helwestek bigrin ku bibê sedema têkçûna wê yekrêziyê.
Her wiha nirxandina rewşa penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê bû û li vî warî de şanda Encumena Bilinda Kurdên Suriye ji bo vê girîngîdana berdewamiya ku bi penaberan dide spasiya Serok Barzanî kirin.