Polîtîk
Serok Barzanî: Gumanbarên terorê wê berdêla vê kiryara bidin
Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li gel Serokê Şaxa 22 ya PDKê Ekrem Salih hevdîtin kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Barzanî de hat ragihandin ku Barzanî bi telefonê bi Ekrem Salih re axiviye. Barzanî kêfxweşiya xwe anî zimên ku rewşa tenduristiya Serokê Şaxa 22 ya PDKê Ekrem Salih baş e.
Barzanî êrîşa terorîstî ya bi teqandina bombeya ku di nav otomobîla wî de li ber mala Ekrem Salih hatibû bicîhkirin, şermezar kir.
Li gor daxuyaniyê, Barzanî ragihandiye ku berpirsên wê kiryara terorîstî û yên li pişt wê, wê berdêla wê yekê bidin.