Polîtîk

Serok Barzanî damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê pîroz kir

Serok Barzanî pîrozbahiya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê

Bi helkefta pencih û heştemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û ji bo we hêviya serkeftinê dixwazim.

Li dîroka şoreşa rizgarîxwaziya gelê me da, rola niştimanperwerên Mamosteyên Kurdistanê tu demekê nayê ji bîr kirin. Ew li gel wê erk û pîşeya xwe ya pîroz da, çekê berevanîkirina li ax û niştimana xwe li mil buye û bi wê navê da jî dehan şehîdên nemir pêşkêşî Kurdistanê kirine.

Li dijwartirîn rojên mîlletê me da mamosta herdem pêşengê berxwedanê bûne û nehiştine proseya xwendin û zanistê li Kurdistanê da rawestê û ji bilî hebûna qeyran û kêşeyên mezin ji bo handan û pêgihandin û berdewambûna fêrbûn û zanistê mamostayên ezîz mînakekê bilind bûne.

Li vê helkefta pîroz da carekê din spasî ked û hewla hemû mamostayên Kurdistanê dikim û hêviya pêşveçûn û berdewamiyê ji bo Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê û hemû mamostayên ezîzên Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî
15.05.2020

Back to top button