Serok Barzanî bi kovara Fransî L'Essentiel'ê re peyivî
Serokê Kurdistana Federe Mesut Barzanî, bi kovara Fransî a L’Essentiel’ê re peyivî. Di hevpeyvînê de Serokê Kurdistanê Mesut Barzanî diyar kiriye ku, li ku derê dibe bila bibe, pêwiste Kurd mafên xwe bigrine destên xwe. Serok Barzanî di ev mijaran de wiha peyivîye:
Tirkiye jî têde, li her derên ku Kurd lê dijîn, em teref in ku, gelê Kurd mafên xwe bikarbîne. Siyaseta ku Tirkiye dimeşîne, maf bidestxistinê de ji bo Kurdan dibe ku risteke girîng bilîze.
Em li hemberî çareseriyên bi çek, pevçûn û xwîn rijandinê disekinin.
Parlemena Tirkiyê, ji bo endamên parlemenê yên li vira, derfeteke ku neyê biçûkdîtin e.
Di vê heyama me de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hewcehî bi rêya şîdetê tine ye.
Rêberên partiyên siyasî yên li Tirkiyê jî îfade dikin ku, wana jî dixwazin bi rê û rêbazên aştiyane pirsgirêkan çareser bikin. Em jî ji bo çareseriyeke aştiyane her tim amadene ku çi bikeve ser milên me em bicîh bînin.
Kurdên li Suriyê heta niha ji aliyê rejîma Suriyê ve wek hemwelatî nehatin qebûl kirin. Di salên 1960 an vir ve li hemberî Kurdên Suriyê, siyaseta Erebkirinê tê meşandin. Ji bo Kurdên li Suriyê, mafên wek Kurdistana Başûr karin bên bidestxistin.
Di rojeva me de yekbûyîna Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava tine ye. Di pêşerojê de kes nizane ku wê çi biqewime.