Civak

Şerme!

Tevgera Goran û Komel a Îslamî îro civiyan. Piştî civînê daxûyaniyek niviskî hevbeş derêxistin. Di daxûyaniyê de , bi israr dixwazin referanduma serxwebûnê bête paşxistin. Piştî vê daxwaziyê jî behsa dayînstandina dikin.Di daxuyaniyê de dibêje: “Her du aliyan tekez kirin li ser hilweşandina biryara paşketina mûçe û çakirina guzariya xelkê, asayîkirina parlementoya Kurdistanê bi awayekê ku karên yasadanînê û çavdêriya xwe bike.”Herwiha ragihandin, “Referandûm bo demeke guncaw bê paşxistin û di riya parlementoyê re biryar û yasa ji bo wê bê derkirin û hilbijartin di dema xwe ya yasayî de bê kirin.”Îro di vê pêvajoya dîrokî de ku Kurdistan berbi pêkanina referandumê ve diçe, daxwaziyan van herdu aliyan bi tu awayî nayê wateya çareserkirina pirsgirêkan. Ji ber ku ew bi xwe serkaniya pisgirêkêne.  

Back to top button