Rojev

Serkeftina pirosesa dengdanê serkeftina Kurdistanê ye

Bi minasibeta bi serkeftî  bidawîhatina pirosesa dengdanê bo parlamentoya Kurdistanê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî gelê Kurdistanê dike û daxwazê ji hemû aliyên siyasî dike encamên dengdanê yên ku, ji aliyê Komisyona Balaya Serbixweya Hilbijartinan ve tên îlan kirin bi singeke fireh qebû bikin.

Serokê Kurdistranê di peyama xwe de dibêje:

Bi minasibeta biserketî bidawîhatina pirosesa dengdanê bo hilbijartina parlamentoya Kurdistanê, ez gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkeşî xelkê serbilindê Kurdistanê dikim. Serkeftina vê pirosesê serkeftina herêma Kurdistanê ye û ji bo gelê me destkeftiyekî mezin e.

 

Ez daxwazê ji hemû hêz û aliyên siaysî û hevwelatiyên birêz dikim aramî û tabayîya Kurdistanê biparêzin û ji bona parastina canê hevwelatiyan û şadiya xelkî hemû cure teqekirina xweşiyê rabigirin û herwesa hemû aliyek jî rêz li encamên hilibijartinan bigirin ku, ji aliyê Komisyona Balaya Serbixweya Hilbijartinan ve tên îlan kirin.

Back to top button