Serkeftina Nêçîrvan Barzanî serkeftina hemû gelê Kurd e
Li gora nûçeyeka Rûdawê, stranbêja navdar a Kurd Helly Luv pîrozbahî li Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ji bo wî got: “Ew baş dizane dê çawa pirsgirêkan çareser bike û ji axaftinê zêdetir dixebite.” Luv herwiha got ku serkeftina Nêçîrvan Barzanî serkeftina hemû gelê Kurd e.
Stranbêja navdar a Kurd Helly Luv ji Rûdawê Rûdawê re ragihand ku Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir di çareserkirina pirsgirêkan de kesayeteke gelek şareza ye.
Helly Luv got: “Berî her tişt ez pîrozbahiyê li Birêz Nêçîrvan Barzanî dikim. Ew kesayeteke ku pirsgirêkan diyar dike û dizanê dê wan çawa çareser bike. Ez dibînim ku ew ki axftinê zêdetir dixebite. Ez ji wî re serkevtinê dixwazim. Çimkî serkeftina wî serkeftina hemû gelê Kurd e.”