PolîtîkRojev

Şerê me ne ji bo petrola Kerkûkê ji bo nasnameya wê ye

Cîgirê Serokê Partiya Demorkata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro di mîtînga hilbijartinê ya partiya xwe de li Hewlêrê ku ji bo berbijêrên Kerkûkê bû, amaje bi giringiya Kerkûkê di doza gelê Kurd de û herwiha peywendiya bihêz di navbera xelkê Kerkûkê û PDKê de kir û ragihand, “şerê me ne ji bo petrola Kerkûkê lê belê ji bo nasnameya Kurdistanîbûna wê ye.”

Îro PDKê di çarçoveya kampanyaya xwe ya bo hilbijartinên 10ê Cotmehê de, li Hewlêrê mîtîngek ji bo berbijêrên xwe yên parêzgeha Kerkûkê saz kir û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di mîtîngê de gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew wek PDK dixwazin Kerkûk di nava aramiyê de be û got, “Kurdistanîbûn û Kerkûkîbûn pir zehmet e, lewra em hemû bi hest û bi fikir Kerkûkî ne.”

Di axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ew hêvî dikin aramî, seqamgîrî û xweşguzeranî li Kerkûkê hebe û diyar kir, şerê PDKê li ser Kerkûkê, li ser nasnameya Kurdistanîbûna wê ye û got, “Daxwaza me bo petrola Kerkûkê nîne, daxwaza me li ser nasnmeya Kerkûkê ye, em naxwazin şerekî netewî bi Kerkûkiyan bidin kirin, em şerekî netewî li Kerkûkê naxwazin, berovajî hemû şovenîstan em dixwazin aramî, xizmetguzarî, avedanî û hevbeşiya rasteqîn li Kerkûkê hebe.”

Cîgirê Serokê PDKê da xuyakirin ku pirsgirêka Kerkûkê bi cîbicîkirina madeya 140 dê bê çareserkirin û tekez kir, “Em naxwazin bi şer û darbeyê çarenivîsa Kerkûkê bê yekalîkirin, belku di rêya cîbicîkirina madeya 140 re em dixwazin mafên wan bên yekalîkirin. Em şikestina ti netewekî li Kerkûkê naxwazin, em dixwazin hemû bi hev re bijîn û ew jî serkevtin e bo hemûyan.., ev nêrîna Serokê PDKê ye bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan jî kir, “Ewên li dijî cîbicîkirina madeya 140 in ew in ku li dijî aştî, destûr, seqamgîriya Iraqê û pêkvejiyanê ne.”

Cîgirê Serokê PDKê têkiliya navbera PDKê û Kerkûkiyan wek “wefadar” bi nav kir û ragihand, “Ti kes nîne behsa dîroka xebata Kerkûkê û kurdayetiyê li Kerkûkê bike û navê şehîdên PDKê nezanibe.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, divê em kar bo nasnameya Kerkûkê bikin û got, heta PDK, serkirdatî û serokê wê hene, nabe ti Kerkûkiyek hest bi bêkesiyê bike.

Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ew Kerkûkê wek beşek ji Herêma Kurdistanê dibînin û got, “divê parêzgarê dahatî yê Kerkûkê Kurd be” û xizmeta xelk û pêkhateyên cuda yên parêzgehê bike.

Cîgirê Serokê PDKê bang li xelkê Kerkûkê kir ku di roja dengdanê de biçin ser sindoqên dengdanê û ragihand, deng bidin wan kesan ku berevaniyê li mafê we dikin.

Back to top button