Cîhan

Şerê li djê DAÎŞê nirxandin

Şêwirmendê Encumena Asayişa  Kurdistanê di pêşwaziya fermandarê hêzên hevbeşên li dijî DAIŞê de, ragihand ku nabe girûpên çekdarî yên derveyî dezgehên hikûmetê rolekî di operasyona Mûsilê û qonaxa piştî wê de bileyzin.Şêwirmendê Asayişa  Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Stephan Townsend Sermandarê Hêzên Hevbeş ên li dijî DAIŞê kir.Di wê hevdîtinê de, şerê li dijî terorîstên DAIŞê û pêşhatên leşkerî li navçeyê hatin nirxandin û behsa pêşveçûn û bandora hevpeymaniya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de.Derbarê wê operasyonê de, Mesrûr Barzanî ragihand ku nabe girûpên çekdarî yên derveyî dezgehên hikûmetê rolekî di operasyona Mûsilê û qonaxa piştî wê de bikin. Herwiha da zanîn ku pêwîst e alîkariyên leşkerî yên zêdetir pêşkêşî Hêzên Pêşmerge bên kirin.

Back to top button