Polîtîk

Serdozgeriya Amedê alayên ‘Kurdistanê’ paşde vegerand 




Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê, alên “Kurdistan” yên ku par hatibûn desteserkirin, paşde hatin vegerandin.

Par li Amedê bi ser avahiyên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Tevgera Azadî û Partiya Azadiya Kurdistanê de girtin. Di sergirtinê de alayên “Kurdistan” yên ku li avahiyên 3 partiyan hatibûn daliqandin, hatin desteserkirin.

 ‘Bila ev bibe destpêka normalbûnê’ 

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ragihand ku bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê al hatine vegerandin. Bozyel got: “Sala par polîsan avêt ser avahiya PSK û du partiyên Kurdî û alên Kurdistanê desteser kirin. Alayên Kurdistanê ku doh bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibûn desteserkirin, hatin vegerandin. Ez hêvî dikim ku ev gav bibe destpêka normalîzasyona nû”.

 

Back to top button