Polîtîk

Serdana Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir

Serokwezîrê erkdarkirê Mesrûr Barzanî serdana Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir û li gel Sekreterê wê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd civiya.

Mesrûr Barzanî piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku ji bo behskirina beşdarîkirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kirine, li ser wê yekê ku wezîrê xwe namzet bikin û CV were amadekirin ji bo ku pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê were kirin. Herwiha çendîn mijarên din jî hebûne ku herdu aliyan li ser axivîne.

Li ser pirsa “Gelo di kabîneya nû de Partiya Sosyalîst dê kîjan wezaretê werbigre?” Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ya Partiya Sosyalîst e, em hêvî dikin ku serkeftî bin.”

Back to top button