Serdana Îranê nekiriye
Careke din hindek kanalên ragehandinê, bêy diyarkirina çavkaniyên dirust, nûçeyeke bê esas û dûr ji rastiyê weşandiye ku, qaşo serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi dizî serdana Îranê kiriye û beşdarî di merasim asersaxiya dayîka Qasim Silêman serokê sopayê Qudisê kiriye.
Li dor vê yekê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê got ku, wê nûçeyê tu rastî jê re nîne û birêz Nêçîrvan Barzanî bi dizî serdana Komara Îslamiya Îranê nekiriye.
Dizeyî dibêje ku, beşdarîkirin di metasima sersaxiyê de wek wezîfeyeke civakê di nav civaka me de karekî normale, eger serokwezîr beşdarî di mersima sersaxiyê de bikraye hîngê bi eşkereyî serdan dikir ne bi dizî ve. Lê belê bi mansibeta wefatkirna dayîka Qasim Silêman, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tenê peyameke sersaxiyê jê re şandiye.
Sefên Dizeyê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, ew kanalên ragehandinê yên dixwazin rastiyê ji xelkê re bêjin, heqe li dûv çavkaniyên rast û dirust begerin deku nûçeyan wan bibin cîyê baweriya hevwelatiyan. Nêçîrvan Barzanî di vê dema dawiyê de ji bilî cîbicîkirina wezîfeya xwe weke serokwezîrê Kurdistanê, herwesa wî beşdarî di kampaniyaya hilbijartinan de jî kiriye.