Endamê Dezgeha Lijneya Navendî ya Partîya AKP Abdurrahman Kurt, diyar kir ku serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Tirkîyê bi qasî serdana Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev girîng e.
Abdurrahman Kurt di derbarê serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkîyê de nirxandinek kir. Kurt, bal kişand ku li Tirkîyê 25-30 milyon Kurd hene û ev welatî geşedanên li Herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û got ku serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkîyê xwedîyê girîngîyek taybet e.
Kurt, diyar kir ku têkilîyên navbera Tirkîye û Herêma Kurdistanê li gor demên borî zêdetir pêş ketine û diyar kir ku wê di pêşerojê de serdana Mesrûr Barzanî di peywendîyên navbera herdu welatan de encamên bi bandor bide.
Abdurrahman Kurt diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo dewletbûnê xwedîyê binesazîyek baş e.