Serbest Lezgîn: PKK bûye bela serê Kurdan
Endamê Polîtburoya PDK Serbest Lezgîn dupat kir ku PDK amade ye beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bibe û got: PKK li Herêma Kurdistanê bûye “bela serê Kurdan” û “armanca wê ew e ku pirsgirêkan li herêmê çêbike”.
Serbest Lezgîn ji malpera Kurdistan24ê re axivî û amaje bi şewata ku di nava bazara Duhokê de derketibû kir û got:
“Meha Remezanê Bazara Çelê ya Duhokê şewitî, bûyer piştî azana sibehê qewimî. Şewitandina dikanên ku esnaf debara xwe dikin kiryarek nemirovî ye. Li gor lêkolînan PKK li pişt şewitandina sûkê ye. PKK rêxistineke tundrew e ku dijberiya Herêma Kurdistanê û ezmûna wê dike û armanca wê alozkirina rewşa herêmê ye”.
Lezgîn bi berdewamî got:
“Gelek endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bûne sedema şewitandina bazaran, lê ev ne siyaseta partiyê ye. Normal e ku bazar ji aliyê PKKê ve bên şewitandin, ji ber ku PKK li dijî Herêma Kurdistanê ye. Di heman demê de kes û aliyên ku naxwazin Herêma Kurdistanê pêş bikeve, dostên PKKê ne”.
Endamê Polîtburoya PDK Lezgîn herweha got: “PKK ji bo Herêma Kurdistanê bûye serêşandin û şerê xwe yê bi Tirkiyê re derbasî Herêma Kurdistanê kiriye. PKK bi paşguhkirina rewşa Herêma Kurdistanê zirarek mezin da. Nêzîkî 400 gundên herêmê hatin valakirin û şêniyên wan koçberî bajaran bûn”.
Lezgîn anî zimên ku komên çekdar ên li Şengalê polîtîkaya PKK pêk anîne û got: “Di azadkirina Şengalê de tu rola PKK’ê nebû”.