Polîtîk

Şer û hilbijartin

ṢER Û HELBIJARTINLi Turkîyê 1ê Cirîya Paşîn helbijartin tên kirin.Helbijartina 1ê Cirîya Paşîn biryara serokê dewleta Turkîyê Erdogan e. Helbijarina ku wê piştî 2 hefteyên din bê kirin, bi armanca ku AKP bikaribe piranîya hejmara kursîyên di meclisa Turkîyê de bidestbixe û bi vê yekê sistema serokatîyê li Turkîyê biguherîne tê kirin. Erdoğan guhertinek wisa dixwaze ku li Turkîyê desthilata serokatîyê wekî sistema Amerîka bihêztir be.Helbijartina 1.ê Cirîya Paşîn di rewşek wisa de tê kirin ku li Kurdistanê şer heye. Şerê di navbera dewleta Turk û PKK de li dij berjewendîya gel e û xelkê sivîl li Kurdistanê bêzar kiriye. Dorpêça Cizîrê û Nisêbînê, qedexekirina derketina derve li gelek bajarên Kurdistanê, mîna; Bismil, Qozluk, Kerboran, Farqîn, û li hinek semtên Batman, Mardîn û Amedê rewşa nearamî û bêzarîya xelkê dide xuyakirin. Li gor rêxistina mafê mirovan li Turkîyê di navbera 2 heyv û nivan de 96 sivil hatine kuştin.Li Kurdistanê rewşa tendurustî, aborî, perwerdeyî û civakî roj bi roj xirabtir dibe.Şerê di navbera dewleta Turk û PKK de li dij berjewandîya gel e. Her çiqasî serokatîya PKK bang dike ku gel dest bi serhildanê bike jî, gel helwesta xwe li dij vî şerî daye xuyakirin. Ṣer jiyana rojane ya xelkê aloztir dike. Di vî şerî de mala xelkên sivil wêran dibe û jîyana wan ji dest diçe. Zordarîyek wisa li xelkê tê kirin, ku xelk nikare mala xwe jî biparêzê.PDK-Bakur daxwaza rawestandina şerê di navbera dewleta Turk û PKK dike. Pêwiste daxwaza rawestandina vî şerî, bi yekdengîyek xurt ji teref hemî hêzên welatparêz ve bê paraztin.Berî 2 rojan li dîj xwepeşandana bo aştîyê, li Ankara,2 teqandin li pey hev hatin kirin û di wê bûyerê de nêzî 100 kesî hatin kuştin û zêdetir ji 400 kesî brindar bûn. Bûyera li Ankara mîna bûyera li Pirsus ê, li dij xelkê sivil êrîşek hovane bû.Helbijartinên 1.ê Cirîya Paşîn di rewşek wisa de pêk tê;⦁ Li Kurdistanê di navbera hêzên dewleta Turk û PKK de şer heye.⦁ Cihê sendoqên helbijartinê tên guhertin.⦁ Ewleyî tuneye ku xelk bi îradeyek azad di helbijartinê de beşdarîyê bike.PDK-Bakur helbijartinên 1.ê Ҫirîya Paşîn, di rewşek wisa de ne meşrû dibîne.Lê, heger ku şerê li Kurdistanê raweste, rewşa aloz ji holê rabe, aramî pêk bê û şert û mercên helbijartinê li gor peymanên navdewletî bên bicîhanîn, wê demê em di helbijartinan de beşdarîyê dikin, tenê bi mebesta piştgirîya namzetên welatparêz û demoqrat.PDK-Bakur daxwaza rawestandina şerê li Kurdistanê dike û bûyera 10ê Ҫirîya Paşîn li Ankara wek bûyerek terorî dinirxîne.12.Ҫirîya Paşîn 2015PDK-BakurPartîya Demokrat a Kurdistanê – Bakur

Back to top button