Şer Kurdistan wêran kiriye
Wezareta navxwe ya Tirkiye da xûyakirin ku li devera nevçeya Şirnexê li Elkê di navbera hêzên çekdarên Tirkiye û çekdarên PKKê de şer derketiye û di encama vî şerîde 9 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Herweha PKK jî dide xûyakirin ku li Heftanînê wan 3 efserên Tirk kuştine.
Tê zanîn ku eve demekê di navbera hêzên ewlehiya Tirkiye û çekdarên PKKê de şerên dijwar derdikevin. Tirkiye bi navê operasyona Pençe êrîşê bingehên PKKê li başûrê Kurdistanê dike û gelek xalên ku berê bingehên PKKê bûn ketiye di destê hêzên ewlehiya Tirkan de. Taybetî piştî operasyona Pençe 3 ê, şer dijwartir dibin . Herweha li bakurê Kurdistanê jî li devera Şirnex û Sêrtê jî operasyona de gelek çekdaran jiyana xwe ji dest dane.
Ev şerê heyî zererek mezin dide xelkê deverê. Taybetî li başûrê Kurdistanê bi sedan gund ji bo vî şerê bê wate hatine valekirin û jiyana xelkê gelekî zehmet bûye, xelk ji gundên xwe bar dikin û dibin koçber.
Herweha li bakurê Kurdistanê jî deverên ku şer lê çêdibin ji ber operasyoan xelk nikare karê xwe yê rojane bike û carê bi rojan hinek dever li gundiyan têne qedexe kirin.