Semînerek li zanîngeha Mûşê
Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar di bihara vê sala 2014an, dest bi birrek semîner û konferansên li ser ziman û Çanda Kurdî li Bakûrê Kurdistanê kiriye.
Semînera wî ya pêşî çar roj berê li bajarê Sêrtê, du roj berê konferansek û semînerek li Zanîngeha Çewlikê, îro jî semînera wî li Zanîngeha Mûşê bû.
Semîner li avahiya Zanîngehê ya bi navê Ehmedê Xanî, salona 104 pola Kurdî/kurmancî bû. Du birr xwendekarên Beşa Kurdî û gelek xwendekarên beşên din ên Zanîngehê beşdarî semînerê bûn.
Naveroka semînerê bi giranî nijada Kurd, Çanka Kurdî û bingeha çîroka kurdî bû. Herweha Zinar hin Ayetên Qurana pîrok jî ku behsa zimanên li dinyayê dikin ji xwendekaran re xwendin.
Hin kesên ku xebata wan li ser Zimanê Kurdî didome, ji derveyê bajarê jî hatibûn semînerê. Ji xwendekaran zêdetir, Prof. Dr. Hesen Çiftçî û hin mamosteyên zanîngehê jî di nava guhdaran de bûn.
Semînera Zeynelabidin Zinar saet 15.00 dest pê kir û bi qederê 40 deqe piştî bersiva pirsên xwendekaran, bi coşeke mezin bi dawî bû.
MÛŞ 20/ 03/ 2014
Rojeva Kurd