Polîtîk

Semînerek li Mûşê

Yek ji wan rêzesemînerên Zeynelabidin Zinarî, îro jî li bajarê Mûşê hatiye domandin. Semîner li Komeleya Zehrayê bû û bi qederê 3 saetan domandiye.

Hêjaye bê gotin ku beşdarên semînerê ji %90 ciwan bûne û gelek jî xwendekarên Zanîngehê yên beşa Kurdî bûne.

Bu kurtî naveroka semînerî li ser Medreseya Kurdî, Zimanê Kurdî û dewlemendiya Folklora Kurdî bûye.

Piştî dawîhatina axaftina Zinarî, ciwanan gelek pirsên balkêş pirsîne û bersiva wan hatiye dayîn. Semîner bi coşeke mezin saet li dora 21ê şevê bi dawî bûye.

 

Rojeva Kurd/Mûş

Back to top button