Polîtîk

Sefîn Dizeyî bi Konsûlê Giştî yê Tirkiyê re civiya

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Erman Topçu, bi helkefta destpêkirina erka xwe serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê kir.

Serkonsolos Erman Topçu û şandeya pê re ji aliyê Berpirsê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Sefîn Dizeyî pîrozbahî li Konsûlê Giştî yê Komara Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Her weha ji bo zêdetir xurtkirina peywendiyên dualî û berfirehkirina peywendiyên bazirganî ji bo berjewendiya her du aliyan piştevaniya Wezareta Karên Derve nîşan da.

Serkonsolosê Hewlêrê Erman Topçu kêfxweşiya nîşan da û diyar kir ku ew hêvîdar in asta peywendiyên di navbera her du aliyan de bigihin astek bilind.

Back to top button