Polîtîk
Seferên Balafirê ya di navbera Wan û Hewlêrê de vedibe
Gulşen Orhan Parlementera AKP ya bajarê Wanê di derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bajarê Wanê û hevdîtina wî ya li gel Davutoglu nirxand.
Gulşen Orhan da zanîn ku ew wekî xelkê bajarê Wanê bi mîhvankirina Serok Wezîrê Kurdistanê gelek bi dilxweşin û ragihand ku ew dixwazin sînorên bajarê Wanê heta dawiyê ji bo bazirganiyê ji sînoran re jî vekin.
Her wiha Gulşen Orhan Parlementera AKP ya bajarê Wanê da zanîn ku di bernameya wan de heye ku seferên balafirê ya di navbera bajarê û Wanê û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Dihok û Silêmaniyê de bê vekirin.