CîhanRojev

Sedir:Bila ji bîra me neçe kê êrîşî Hewlêrê kir

Salih Mihemed Iraqî, Wezîrê Sedir e û li ser navê tevgera Sedir gelek cara daxûyaniya dide û helwesta Sedir dide ragihandin. Mihemed Iraqî daxûyaniyeka îro ragihandî de dibêje: hinek siyasetmedar ji xwepêşandanên niha yên alîgirên Sedr re dibêjin “ferzkirina îradeyê” û wan ji bîr kiriye ku piştî ragihandina Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî, “kê mûşek avêtine Hewlêr û Enbarê.

Wezîrê Sedr bal kişande ser mûşekbarankirina Hewlêrê piştî ragihandina Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî ku ji PDK, Tevgera Sedr û Tevgera Îmtîdad a aliyên Sune pêk dihat.

Salih Mihemed Iraqî got: We ji bîr kir ku piştî ragihandina Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî Hewlêr û Enbar hatin mûşekbarankirin? Zehmet e ku we tomarên dengî yên ku bûne bingeha rasteqîn a ferzkirina îradeya bi zor û gefan ji bîr kiribe. Alîgirên we ne pir in û hûn li dijî gelê xwe şer dikin û gendeliya we dê ti carî berdewam nake.”

Back to top button