Sedema qetilkirina Elçî diyar dike
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglu, derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de got, ew ne zilamê ti aliyeke bû û dibe ku ji ber vê yekê ew bûye armanc.Li navçeya Sûrê ya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di heyama daxuyaniyek rojnamevaniyê de rastî êrişek çekdarî hatibû û di encamêTahir Elçî jiyana xwe ji dabû û herwiha 2 polîs jî hatibûn kuştin.Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu ji Rûdawê re diyar kir Tahir Elçî 23 sal bûn heval û hemkarê wî bû û wiha got: “Her çi qasî ramanên me ji hev cuda bin jî peyvendiyên me yên mirovî hebûn.Weke hevjîna wî Turkan Elçî jî gotî; Tahir Elçî ne zilamê ti aliyeke bû û dibe ku ji ber vê yekê ew bûye armanc.”Zekeriya Yapicioglu amaje kir ku Elçî wan demên dawî hem li hemberî operasyonên ji aliyê hikûmetê ve dihat kirin bû û hem li hemberî kolandina xendeq û îlankirina rêveberiya xwecewherî bû û got: “Wî ew nerazibûna xwe bi awayekî zelal dianî ziman. Ji ber vê yekê bere tîrên herdu aliyan li wî bûn.”Qeza bû yan jî ji qesta bû? Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş gotibû, Tahir Elçî bi guleya çeka polîsan hatiye kuştin.Yapicioglu derbarê ve daxuyaniya Demirtaş da wiha got: “Birêz Demîrtaş jî wekî min hiquknas e. Heger wî ev yek bi zimanek tekez anî ziman dibe ku rast be. Bi rasî ez bixwe nikarim niha bibêjim yan bi qesta hat kuştin yan bî bi qeza. Ji ber ku hêj lêpirsîn bidawî nebûye. Dibe ku polîsan jî û dibe ku endamên YDG-Hê ya ser bi PKKê ve Tahir Elçî kuştî be. Egera herduyan jî heye.” Di berdewamiya axaftina xwe de Yapicioglu wiha got: “Di wan demên dawiyê de PKK ji daxuyaniyên Tahir Elçî aciz bû û di medyay xwe de ew yek bi zelalî diyar dikir. Em vê yekê berçav bikin em dikarin vê egerê jî zêde bikin.”Di pêvajoya çareseriyê de aliyên muxatab Herwiha Zekeriya Yapicioglu gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ya “Di pêvajoya çareseriyê êdî HDPê muxatan nîne” jî şirove kir û ragihand:“Davutoglu got ji niha pê ve ew dê gelê kurd mexatab bigirin. Li gor min divê jixeynî partiyên kurdî, saziyên sivîl ên li herêmê û kesên li herêmê yeqîn bên muxatab dîtin. Hikûmetê beriya niha bi tenê HDPê muxatab dît, ev yek li gor min şaş bû. Hikûmet niha rabe bibêje êdî HDPê muxatab nîne, ev yek jî şaş e.”Serokê Giştî yê Huda-Parê ji hikûmeta daxwaza kir ku bila tevahiya aliyan di mijara pêvajoya çareseriyê de muexatab were dîtin û wiha domand: “Rêya herî rast ev e. Heger hikûmet bixwaze rêyek rast ve here, mecbûr e vê yekê bike. Rêyeke din ji bo çareserkirina pirsa kurdî nîne.”Rudaw