Cîhan

Sê wezîrên derve yên Ewropayê gihiştin Hewlêrê

Êvariya roja 18.12.2016ê li firokexaneya Hewlêrê ya navdewletî, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Jean Asselborn wezîrê derve yê Luksemburg, Didier Reynders wezîrê derve yê Belçîka û Bert Koenders wezîrê derve yê Holendayê kir.Di çarçoveya seredanan xwe ya fermî ya bo Herêma Kurdistanê de, her sê wezîrê derve; Luksemburg, Belçîka û Holendayê, roja 19.12.2016ê li bajarê Hewlêrê digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsên din yên hikûmeta Kurdistanê bicivin û çend mijarên gerim û aktuel di rojeva Kurdistanê û herêmî de weke; cenga dijî terorîstên DAÎŞ, qonaxa piştî azadkirina Mûsilê û rewşa penaber û koçberan di wan civînan de gotûbêj bikin.Her sê wezîrên derve dê seredana wan bingehan bikin ku, tê de hêzên hevpeymaniya navdewletî meşiq û rahînanê bi hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dikin.

Back to top button