Civak
Sê bira hatin kuştin
Duhî bi şev, şerekî dijwar li gundê girêdayê bi navçeya Başqaleya Wanê ve, dest pê kir û sê bira bi derbekê hem jî bi keleşkofê hatin gulebarankirin, di encamê de her sê bira di cih de mirin.
Şerê ku di derengiya şevê de derketiye, yê du malbatên kurap bûye, hem jî gelek dijwar hatiye domandin û bi derbekê sê bira li ser hev hatine kuştin. Birayek û bavê kuştiyan jî birîndarên giran in. Ji aliyê din ve du birayên tawanbar jî reviyane.
Rojeva Kurd