CîhanRojev

Schumer: Tirkîye ji bo ewlehîya navnetewî xeterîyek mezin e

Serokê Partîya Demokratên Senatoya Amerîkayê Chuck Schumer, Tirkîye wek dewletek êrîşkar bi nav kir û îdîa kir ku ew ji bo ewlehîya navnetewî xeterîyek cidî ye.

Schumer diyar kir ku “Tirkîye ji bo ewlehîya navnetewî tehdîdek cidî ye” û got: “Divê hemû cîhan bersivê bide êrîşên Tirkîyê yên li ser Rojhilata Navîn û Rojhilatê Derya Spî. Fikra ku divê Amerîka ji Tirkîyê bawer bike ku normên navnetewî û nîzama cîhanê biparêze, ne tenê xeter e, di heman demê de gefê li gelê xwe jî dixwe, ziyanê li ewlekarîya me û hevalbendên me dike”.

Chuck Schumer, bi berdewamî got: “Ez bi xurtî di wê bawerîyê de me ku divê Amerîka û civaka navnetewî însiyatîfên dîplomatîk bigirin da ku hesabê sûcên xwe ji Tirkîyê bipirsin”.

Back to top button