Şasiwar Ebdulwahîd casuse
Cîgirê berpirsê melbenda YNKê li devera Şarezûr ya Helebcê, Ehmed Qedeferî ji BasNewsê re got, bi texmîna min Şasiwar Ebdulwahîd ji welatekî biyanî re casûstiyê dike, ji ber wê jî divê were girtin.
Ehmed Qedeferî her wiha got, piştî girtina çend endam û berpirsên Nifşa Nû derket holê ku Şasiwar Ebdulwahîd di sosyal medyayê de bi rûpel û hesabên derewîn êrişî hemû partiyan dike û heqaretê li serkirdeyên wan dike. Ji ber wê jî divê were girtin û cezakirin.
Wî berpirsê YNKê anî ziman, ew kesên ku hatine girtin û li sûcê xwe mukir hatine, hemiyan bi fermana Şasiwar ew sûc kirine, ji ber wê jî divê beriya her kesî ew were girtin.
Ew pênc endam û kadroyên Nifşa Nû yên ku beriya niha li ser gilîya parlementera wê partiyê Şadiye Newzad hatibûn girtin, derketibûn ser televîzyonê û li sûcê xwe mukir hatibûn.