CîhanPolîtîk

Şarqulawsat: Îranê fermana şer bi PKKê daye

Rojnameya Şerqulawsat ku bi navûdengtirîn rojnameya bi zimanê erebî li Rojhilata Navîne û li Londonê tê çapkirin, di nivîseke xwe de hindek aliyên veşartiên şerê Xansorê yê di navbera pêşmergeyê Kurdistanê û çekdarên PKKê de eşkere dike.Li gor wê rojnameyê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku grûpeke çekdar a ser bi PKKê ye, ji aliyê Heşda Seebî ve miaş ji wan re tê dan. Rojname eşkere dike ku di heyamên borî de, fermandarên Sopaya Padarên Îranê serdana bingeh û baregayên YBŞê li Şingalê kiriye û her du aliyan li ser wê yekê gotûbêjkirine ka çawa çekê giran ji çekdarên PKKê re bê şandin. Berpirsekê Parta Dawe ya Îslamî ku, Nûrî Malikî serokwezîrê berê yê Îraqê serokatiya wê partiyê diek, ji rojnameya Şerqulawsat re gotiye ku, piştî Şingal û derdûra wê ketien destê DAÎŞê û hatina PKKê bo wê deverê, Malikî bi fermana Komara Îslamiya Îranê daxwaz ji PKKê kir ku YBŞ ava bike û ew dê bi her awayî alîkariya wan bikin. Berpirsê Partiya Dawe ya Îslamî ku nexwestiye navê wî bê eşkere kirin, ji rojnameya navborî re gotiye ku armanc ji avakirina YBŞê eve ku, Heşda Şeebî li wê deverê baladest be û kontirolkirina rêye pejayî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Suriyê de bike û Îran bikaribe bi hêsanî hêz, çek û cebilaxa bigehîne hevalbendên xwe li Suriyê. Ji ber ku ew rêyek startejîk e û ji bo Îranê gelek girineg û Îran bi tu awayî nasxwaze Pêşmerge li wê deverê desthilatdar be.Rojname diyar dike ku Îranê çend caran ji serokatiya Herêma Kurdistanê xwestiye ku rê jê re vekin çek û hêz ji bo Suriyê bişîne lê herêma Kurdistanê hertim ew daxwaza Îranê red kiriye.Li gor Rojnameya Şerqulewsat hebûna şer di navbera hêzên kurdî de rê xweş dike ku hêzên Heşde Şeedbî bi hêceta parastina emniyetê wê devrê kontirol bike û rê li pêşiya xebatê serokê Herêma Kurdistanê yên ji bona serxwebûna Kurdistanê bigire.

Back to top button