Polîtîk

Şaredarê Wanê Bekir Kaya dest bi greva birçîbûnê kir

Şaredarê Wanê yê girtî parêzer Bekir Kaya, li Girtîgeha Wanê a tîpa F de dest bi greva birçîbûnê a bêdem û bêdor kir.

Greva Birçîbûnê a ku 12ê Îlonê ji aliyê hin girtiyên PKK û PAJKê ve hatibû destpêkirin, îro roja 37. li pey xwe hîşt. Her roj girtîgehên nû û kesên din dest bi greva birçîbûnê a bêdem û bêdor dikin. Heta niha li 58 girtîgehan nêzika 500 girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Îro, parlementerê Şirnexê yê BDPê yê ku di Girtîgeha Amedê de tê girtin Faysal Sariyildiz jî dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Li derve jî, ji bo dawîlêanîna greva birçîbûnê, di serî de parlementerên BDPê, gellek saziyên sivîl û rewşenbîr hewl didin. Ji ber ku her roj diçe tenduristiya çalakvanan dikeve xetereyê, tê xwestin ku seettekê pêşde daxwaziyên girtiyan bigrine ber çavan û dest bi diyalogan bikin.

Girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de, bi armanca; tecrîda li ser Ocalan rakirin, bi zimanê dayikê xweparastin kirin û dîsa bi zimanê dayikê perwerdehî bê kirin, ev greva birçîbûnê a bêdem û bêdor dane destpêkirin.  

Back to top button