CivakFlaş

Şaradarê Antalya yê bi tohmeta gendeliyê hate girtin

Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhittin Böcek, ku di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li Antalyayê de hatibû binçavkirin, sewqî dadgehê hat kirin. Böcek pıüti darızandına dadgehş de bıryara gırtınş hate dayinç

Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhittin Böcek jî demek kurt piştî operasyona li ser Şaredariyên CHP Edene û Adiyamanê hat kirin, hat binçavkirin. Hat destnîşankirin ku li gorî daxuyaniyên karsaz Yusuf Yadoğlu, ku berê dema ku li Stenbolê di dozeke din de dihat darizandin, hatibû berdan, û belgeyên ku di lêpirsînê de hatine pêşkêşkirin, delîlên berbiçav ên der barê 2 kiryarên bertîlê yên cuda de hatine bidestxistin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhittin Böcek, ku hatibû binçavkirin, sewqî dadgehê hat kirin.

Li gorî daxuyaniyek ji Serdozgeriya Giştî, hat gotin ku Şaredarê Bajarê Mezin Böcek û bûka wî ya berê Zeynep Kerimoğlu hatine binçavkirin, û kurê Böcek, Mustafa Gökhan Böcek, ku fermana girtinê ji bo wî hatiye dayîn, li derveyî welêt e.


Piştî îfadeya wê ya li dozgeriyê, bûka berê ya Böcek, Zeynep Kerimoğlu, bi daxwaza kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê hat kirin. Dadgehê biryar da ku Kerimoğlu bi qedexekirina derketina derveyî welêt were berdan.

Back to top button