Polîtîk

Şansê Joe Biden ya Serokayetiya Amerîka zêdetir dibe

Li gor nûtirîn rapirsiyên Amerîka, rewşa Joe Biden berbijêrê demokratan gelek başe û piştî wê serkeftinê bi dest anî, kariye pêgeha hilbijartina xwe ya li Amerîka bilind bike û pêş Trump bikevê.

Piştî vekişîna Bernie Sanders berbijêrê demokratan li hilbijartina serokayetiya Amerîka, Joe Biden bi tenê maye û rikeberiya Donald Trump Serokê niha yê Amerîka û berbijêrê komarîxwazan dike.

Li gor rapirsînên dawî alîgirên Joe Biden ji yên Trump zêdetir bûne û şansa Biden ya bûna bi Serokê Amerîka zêdetir bûye. Biden li vê dawiyê li Wîlayeta Alaska karî pêş rikeberên xwe bikevê û % 55 ê dengan mîsoger bike.

Back to top button