Polîtîk

Şandeya Kurdistanê li Waşîngtonê hevdîtina bi berpirsên Qesra Spî re dikin

Di rojên 25-30 şandeyeke herêma Kurdistanê ku ji Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa serokê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Amerîkayê pêkhat bû, li Amerîkayê hijmareke civîn û hevdîtinan bi berpirs û rayedarên hikûmeta Amerîkayê re pêkînan.

Di yekemîn roja serdanan xwe ya bi Amerîkayê de Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê semînarek bo kurdên rûniştvanên wîlayeta Naşvîlê saz kir. Di semînarê de Hisên behsa giringiya rola revebda kurd li Amerîkayê kir û got ku pêwîste kurdên li Amerîkayê xwe bi awayekî baş rêxistinê bikin û bi awayekê çalak di nav saziyên civakî, fermî û hikûmetê da bixebitên da ku ew di navbera herêma Kurdistanê û Amerêkayê de bibin pireke mokim a peywendiyan. Herwesa serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê tekîd li ser çêkirina lubiyê kurdî li Amerîkayê kir û got ku revenda kurd li Amerîkayê dikar di warê pêkanîna kubiyê kurdî li Amerîlkayê rokele mezin bilîzin.

Di mijareke din a semînarê de Fuad Hisên behsa reşa herêma Kurdistanê û ew pêketinên li herêma Kurdistyanê di hemû waran de çêbûne, paşeroja Kurdistanê ya aborî û bazirganî, rewşa Îraqê a piştî hilbijartinan û helwestê herêma Kurdistanê li hember avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û ew kirîsa nuha Îraqê tê de derbas dibe kir.
Her di semînarê de Felah Mistefa û Qubad Talebanî jî li ser nifşê du û sêyem yê kurda li Amerîkayê kir.

Di roja 26.07.2010ê peymangeha cîhanî bo lêkolînên stratejîk semînarek bo Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê amade kir. di semînarê de Hisên behsa rewşa siyasiya Îraqê û xebatên ji bo pêkanîna hikûmeta nû tên kirin kir. Hisên behsa kirîsa siyasiya Îraqê û nebûna baweriyê di navbera hikûmetê û hevwelatiyan de. Serokê dîwanê got ku hindek bêbawerî di navbera lîste û qewareyên siyasiyên îraqî bi xwe de nîne. Hisên got ku her aliyek îsrarê li ser postê serokwezîrtiyê dike û kes behsa pirogram û karnameta hikûmetê nake.

Di mijarek din de şandeya herêma Kurdistanê diyar kir ku helwetê şandeya hevpeynaniya firasyonên kurdistanî li Bexdayê yekden, yekgirtî û yekhelwestî ye.
Herwesa şandeya herêma Kurdistanê di beşeke din a semînarê de tekîd li ser peywendiyên domdirêjên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê li ser esasekê rast û dirust kir.
Di eynî rojê de şandeya herêma Kurdistanê digel şandeyeke kongêrêsa Amerîkayê civiya. Di civînê de behsa bi qaçaxhinartina ûatrolê bo derve ku, di rojnameya New York Taimis de hat bû weşandin hate kirin. Li dor vê pirsê şandeya herêma Kurdistanê helwesa xwe diyar kir û got: ” Rojnamevanê rojnameya navborî gelek zaniyariyên şaş belav kirine û ew mesele bi arîşeya navbera Amerîka û Îranê ve girêdaye. ”

Herwesa şandeya Kurdistanê ji şandeya kongirêsa amerîkî re got kul i ser wê pirsê serokê herêma Kurdistanê digel serokwezî û civata wezîrên Kurdistanê civyaye û daxaz ji wan kiriye ku bicidî lêkolîna wê meseleya biqaçaxhinartina neftê bo derve bikin.

Di roja 27.07.2010ê de şandeya herêma Kurdistanê digel ofîsa peywendiyên derve a kongirêsa amerîkî û hijmareke dostên kurd yên kongressman civiya.
Di civînê de behsa dostaniya navbera Amerîka û herêma Kurdistanê, siyaseta Amerîkayê li hember Îraqê, siyaseta Amarîkayê li hember herêma Kurdistanê, pirsa neftê û hijmareke mijarên giring û aktuel hattin gotûbêj kirin.

Di roja 28.07.2010ê de şandeya herêma Kurdistanê digel Jon Hana şîretmendê emniyete netweî û Dick Cheney cîgirê serokê berê yê Amerîkayê ku ew nuha digel akademiya Waşîngtonê ya lêkolînan li ser rewşa Rojhilata Navî kar dike peywendiyên navera herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin behis kirin.

Di heman rojê de şandeya herêma Kurdistanê digel mezine berpirsên civata emniyeta Amerîkayê civiyan.

Di civînê de behsa pirosesa avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û destpêşxweriya serok Barzanî bi vexwandin û civandina berpirsên îraqî li Hewlêrê ji bona kul i ser awayê pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê li hev bikin kir.
Di roja 29.07.2010ê şandeya herêma Kurdistanê digel komîteya pispor a di warê enerjiyê de li wezareta derve ya Amerîkayê civiyan

Di vê civînê de behsa pêşketina warê neftê li herêma Kurdistanê, reşnivîsa qanûna patrol û gazî ya Îraqê, kontraktên neftên yên herêma Kurdistanê bi kompaniyên biyanî re îmza kirien û îtîrafa hikûmeta Bexdayê bi wan kontraktan hatin behis kirin.

Di eynî rojê de li avahiyê nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Waşîngtonê di gotûbêjeke vekirî de bi amadebûna çend mamosteyên zanînagehên amerîkî, rojnamevan ji Washington Post , BBC, CNN û çend kesatiyan rewşa Îraqê hat minaqeşekirin.

Di semînareke taybet de ku ji aliyê Atlantic Council in D.C li ser reaş siyasiya herêma Kurddistanê ahat bû amade kirin. Şandeya herêma Kurdistanê rewşa herêma Kurdistanê di hemû waran de zelal kir.

Back to top button