Polîtîk
Şandeya herêma Kurdistanê bê encam vegeriya Hewlêrê
Şandeya herêma Kurdistanê ku, bo danûstandunan çûbû Bexdayê bê encam vegeriya Hewlêrê. Di daxuyaniyekê de, wezareta pêşmerge dibêje ku, şandeya leşkerî a herêma Kurdistanê ji bo danûstaninan bi berpirsên leşkeriyên Îraqê re serdana Bexdayê kiribû û piştî çend civînên hevbeş digel wezareta bergiriya Îraqê careke dib vegeriyan Hewlêrê.
Wezareta pêşmerge di daxuyaniya xwe de diyar dike ku, herêma Kurdistanê digel Bexdayê li ser çend xalan li hev kiriye, lê hêşta hindek xalên nakokî li ser jî hene û dê, ji bona gotûbêjkirina xalên nakokbar, danûstandin û civîn di navbera her du aliyan de berdewam bin.
Eve çend careke heyeta pêşmergên Kurdistanê digel berpirsên leşkeriyên Bexdayê li Hewlêr û Bexdayê dicivin, lê hêşta ew begehiştîne çareseriyê.