Şandeke YNKê bi serê xwe çûye Bexdayê
Şandeke YNKê ji bo danûstandinan çûye Bexdayê, lê piraniya berpirs û parlamenterên YNKê dibêjin: “Haya me ji vê serdanê tune ye.” Malpera fermî ya YNKê jî wê nûçeyê piştrast dike.Malpera YNKê ya bi navê PUKMEDIA belav kiriye ku şandeke partiya wan niha li Bexdayê ye bi mebesta “gotûbêjan ligel berpirs û aliyên siyasî yên Iraqê, ew jî derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirsa navçeyên ku nakokî li ser wan hene.”Wek wê malperê belav kiriye, her yek ji Rizgar Elî û Xalid Şiwanî serokatiya wê şandê dikin û hin parlamenterên YNKê jî di wê şandê de cih digrin.Parlamenterê YNKê yê Kerkûkê Mehmûd Usman ragihand ku wî jî tenê bi riya medya û ragihandinê guh li wê nûçeyê bûye.Usman duhî Çarşemê ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana şanda YNKê ji aliyê parlamentera YNKê Ala Talebanî ve hatiye amadekirin. Hûn dikarin zanyariyan jê werbigrin.”Hevdem Berdevkê Encumena Navendî ya YNKê Letîf Nêrweyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Haya min ji wê serdanê û ji nûçeya malpera partiya min tune ye. Em wek YNKê haya me ji çûna wê şandê tune ye. Rêkeftinek heye ku parlamenterên Kurd li Bexdayê ligel aliyên siyasî yên Iraqê bicivin.”Lê aliyên siyasî yên Kurdî li Bexdayê wê yekê red dikin û dibêjin ji bo pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê em wek hizb ligel Bexdayê nacivin.Biryardera Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Neda Mêrgesorî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek PDKê haya me ji şanda YNKê tune ye û nabe her aliyek bi serê xwe ligel Bexdayê bicive. Hikûmeta Kurdistanê nûneratiya Kurdistanê dike û divê ew danûstandinan ligel Hikûmeta Iraqê bike, ku çûna şandên hizbî jî pirsgirêkan çareser nake.”Li gorî Neda Mêrgesorî serdana şandên hizbî bo Bexdayê Kurdan lawaz dike.