
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar daxûyakirin ku, ku ew wek partiyeke siyasî, li Tirkiyê siyaseta Demokratîk dikin û ti peywendiyeke wan bi PKKê re nîne.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar bernemayekî televîzyonî bû û derbarê doza girtina, HDPê, berbijêrê wan ê Serokkomariyê, hilbijartinên bê yên Tirkiyê û çend mijarên din ên di rojeva Tirkiyê de axivî.
Di derbarû perosesa doza girtina HDPê di dadgeha desturî de, Sancar got: “Îro yek ji qonaxên girîng ên doza girtinê pêkhat. Serdozgerê Giştî yê Dadgeha Bilind bi awayek devkî mutalaya xwe pêşkêşî Dadegah Destûrê kir. Lê parêzerên me bo civînê nehatin wergirtin û girtî hat kirin. Bo parastinê dê bo dem bê dayîn. Piştî parastinê dê Serokê Dadgeha Destûrê dosyeyê bide raportor û Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrê dê bi dû li ser sêyê dengan dengê piranî bide. Dê biryara girtin, negirtin û bêbeşkirina HDPê ji alêkariyên xezîneyê derkeve. Eşkere ye ku dê bandora desthilatê li ser yek ji van biryara bibe. Lê a girîng ew e kîjan ji van biryaran dê kingî derbikeve. Derketina biryarê beriya proseya hilbijartinan girîng e. Lê hiştina vê biryarê bo piştî hilbijartinan bo hiquq û wijdanê herî guncav e. Em dê daxwazeke wiha ji Dadgeha Destûrê bikin.”
HDPê biryar daye ku bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinên bê yên Serokkomariy a Tirkiyê bibe, Sancar ragihand ku ew di xebatên diyarkirina berbijêrê xwe bo postê Serokkomariyê de gelek pêşketine û got:Ji bo em berbijêrê xwe ji bo serokkomariyê diyar bikin di nava lezekî de ne. Ev xebat li qadê tên kirin. Em dibêjin ku em ne partiyek in ku tenê li ser maseyê kar dikin. Em li qdan de, li gel dengdêrên xwe û hinek saziyan di peywendiyê de ne.”
Hevserokê HDPê derbarê lihevkirina li ser berbijêrê hevbeş ê Serokkomariyê yê 6 partiyên opozîsyonê de jî got: “Me gotiye em bo diyalog û nîqaşên li ser berbijêrê hevbeş yê opozîsyonê hene ku me pêştir li ser hînek prensîb û bernemayan lihevkiribe. Me ji wan re negotiye van qebûl bikin û ev mercên me ne. Rapirsî eşkere dikin ku herî kêm di navbera ji sedî 12, 14 û 15an de dengên me hene. Partiyek wiha ji bo vekirina rêya demokrasiyê li Tirkiyê berî 15 mehan diyarkiriye ku ew amade ye her rolekê bigire ser xwe.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Mîthat Sancar diyar kirk u ti peywendiya wan bi PKKê ve nîne û ew li Tirkiyê tenê siyaseta demokratîk dikin û got: “HDP bi rastî jî partiyeke ku baweriya aşitiyê ye. Bi eşkere ti peywendiya me ligel PKKê nîne.”