Polîtîk

Sakik:Hun dikarin dîroka vî welatî biguherînin

Serowezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan teziya parlementerê BDP-ê Siri sakik kir. Wek tê zanîn Kurê Siri sakik Sidar sakik ji berî du rojan xwe ji berçavên babê xwe ve ji tebeqa pêncê ya mala xwe avêtibû dawî li jiyana xwe anî bû.

Bi vê minasebetê serokwezîrê Tirkiye Erdogan jî telefonek ji Siri Sakik re vekir û serxweya wîkir.

Li gora nûçeya rojnama Akşam a Tirkî, duh piştî nîvro serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan bi telefonê pêwendî li gel parlementerê BDP-ê danî û ji bo minasebeta mirina kurê wî serxweşiya wî kir. Di telefonê de Erdogan ji Siri re got: Bila rehmeta xwedê lê be û xwedê sebrê bidê we. Tiştekî ez ji bo we bikim hebê kerembikin bêjin.

Siri Sakik spasiya Erdogan kir û jê re got: Ez ji bo şexsê xwe tiştekî naxwazim. We jî diya xwe û kesên nêzikê xwe winda kir, êşa windakirina zarokêk xwe gelek girane. Xwedê vê êşî nîşa we neke. Bila vêca li vî welatî kesek êşa zarokê xwe nebîne. Li her welatekî kesayetek ezîzê wî welatî heye û dîroka welatan duguhere. Xwîna ku tê rijandin hun dikarin bisekinînin û bibin ezîzê vî welatî. Vî şerî xilas bikin.

Serokwezîr heta dawiyê guh da gotinên Sakik û jê re got: Min tişta hat milê min hemî kir, lê mixabin min bersivek ji kesekî nestand.

Back to top button