Polîtîk

Sakık: Me ji bo Konferansa Aşitiyê lihev kir

Parlementerê BDPê yê Mûşê Sırrı Sakık ku digel şanda Kongireya Civaka Demokratîk (DTK)ê bi serokatiya Ahmet Turk û Aysel Tugluk serdan Herêma Kurdistanê kiribû, ragihand dê bi tevlê bûna rêxistinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, “Konferansek Aşitiyê” bê lidarxistin.

Şanda bi serokatiya Hevserokên DTKê Ahmet Turk û Aysel Tugluk dawî bi hevdîtinên xwe li Herêma Kurdistanê anîn û vegeriyan Tirkiyeyê.

Yek ji endamên şanda navbirî Sırrı Sakık derbarê vê serdanê û hevdîtinan de bo Aknewsê daxûyakirin ku bi Serokomar Celal Talebanî û gelek derdorên siyasî re hevdîtin pêk anîne.

Sakık hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî re bibîr xist û dazanîn ku ew derbarê lidarxistina Konferansek Aşitiyê de bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk lihev kirine, lê dem û cihê konferansê nehatiye diyar kirin.

Parlementerê Mûşe behsa “agirbesta” yekalî ya PKKê jî kir û got “Em di hevîtinan de liser agirbestê jî axifîn. Ji bo ku ev agirbset bibe agirbestek daimî divê her kes ji aliyê xwe de kar bike.birêz Talebanî amadebûna xwe ji bo vê yekê ragihand.”

Şanda DTKê ku roja 5ê îlonê bo hevdîtin digel berpirsên Herêma Kurdistanê hatibûn herêmê, digel Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, berpirsên PÇDKê, berpirsên Partiya Zehmetkêşan û Wezîrê berê yê Çandê yê Herêma Kurdistanê Felakedîn Kakeyî hevdîtin pêk anîn.

 

(AKnews)

Back to top button