Polîtîk

Şahîn: Pêşiya hemî hevdîtinan êrîş tên kirin

Serokê Parlementoya Tirkiyeyê M.Ali Şahin da zanin ku : Dema ku hikumet dixwaza digel berpirsên BDP hevdîtinek pêkbîne, êrîşekî terorî tên kirin.

Mehmet Alî Şahîn balkişand li ser êrîşê Colemerg û got : Êrîşên terorî piştî biryara hevdîtinên di navbera berpirsên Hikûmet û BDPyê çebû ew jî tê wateye ku hîn kes naxwazin hevdîtin çêbibe û dixwazin pêşiya aramiyê jî bigrin.

Mehmet Alî Şahîn  li ser pirsekî rojnamevan  ‘’ Gelo PKK naxwaze teror biqede ? ‘’  Bersivekî wiha da : Ez wisa difikirim ku hinek kes ji bo aramiya Tirkiye gelek acizin. Divê mijarên bi vî şeklê bêne çareserkirin. Lê pêşiya her tişt pêwîste ku ew bûyer bihête eşkerekirin .Berpirsyarên çalakiyê dixwazin mijarê bikşînin cihên cûda û dixwazin di mêjiya însanan de aloziyekî çêkin. Ronîkirdina her tişt girêdayiyê tespîtkirina bûyerêye.

Şahîn wiha berdewam kir :  Berpirsyaran kengî tên li ser masayê û ji bo çareseriya hîn pirsgirêkan dicivin , çalakiyên terorî tên kirin. Li paş wan bûyeran kî û çî hene divê lêkolînekî baş bête kirin. Kî wan çakaliyan dikin ? pêwîsta wana yek bi yek derkeve holê. Li ser wan mijaran xebatên ciddî hene. Rayagiştî jî benda diyarkirinêye.

Back to top button