Şahê Urdinê pêşwaziya Serokê Kurdistanê kir
Roja dûşem 05.05.2014 li Koşka Husêniye ya Emmana paytexta Urdinê Şah Ebdullahê duyemê Şahê Urdinê pêşwaziya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel kir ku ji Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn ku li ser vexwendineke fermî ya Şahê Urdinê serdana welatê Urdinê kirin.
Li vê hevdîtinê de ku Emîr Faysal Bin Husên û Birêveberê Nivîsîngeha Şahê Urdinê û Wezîrê Derveya Urdinê û Şêwirmendê Şahê Urdin yê li Encûmena Siyaseta Nîştîmaniyan amade bûn, Şahê Urdinê tekez li ser wan peywendiyên birayane kir ku Iraq û Urdin li warên cûr bi cûr da hevdû nêzîk kiriye. Her wiha Şahê Urdinê piştgiriya Şahnişîna Urdinê ji bo wan hewlan dûpatkir ku bi navê baştirkirina aramî û asayîşa Iraqê û pêkvejiyana di navbera pêkhatên Iraqê li holê dane. Li vê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Şahê Urdinê pêşhatên nû yên herêmî xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê wan mekanîzmayan kirin ku ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê pêwîste bi taybet li warên aborî û veberhênan û geştuguzarî û sûdwergirtina Herêma Kurdistanê li ezmûna Şahnişîna Urdin ya li warê geşbûnê de hatin axaftin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî helwesta Şahnişîna Urdinê ji bo piştgirî û yarmetîdana Iraqê li pêvajoya sext û dijwar de bi bilind nirxand û tekez jî li pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê kirin ku bi awayekî li xizmeta berjewendiya her du welatan bike. Serok Barzanî hewlên aştîxwazên Şahê Urdinê ya ji bo çareseriya tehdît û pêvajoyên sextên ku navçe rûbirû bûye bi bilind wesif kir.